2 kurên serokê AKP'î bêyî ku biçin kar meaş digirin

  • rojane
  • 09:01 14 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Du zarokên Serokê AKP'a Peyasê Servet Can, ji ber ku nediçûn kar ji karê li Şaredariya Peyasê hatibûn derxistinç Lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin dîsa hatin ser kar û bêyî ku biçin kar meaşê wan tê dayîn. 

 
Berî ku qeyûm tayînî Şaredariya Peyas a Amedê bê kirin, rêveberiya şaredariyê Cîhat û Osman Can ku kurên Serokê AKP'a Peyasê ne, ji kar derxistibûn. Sedema jikarderxistinê jî ew bû ku her du kes nediçûn kar. Lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin dîsa vegeriyan ser kar. 
 
Li gorî agahiyên bi dest ketin gava di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê hatiye kirin, qeyûm di sala 2018'an de Cîhat û Osman Can li şaredariyê bi cih kirine. Lê piştî hilbijartina 31'ê Adarê ji ber ku her du bira neçûne kar rêveberiya şaredariyê ew ji kar derxistin. 
 
Lê belê piştî di 21'ê Adarê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin Qeyûm Unal Koç, dîsa her du bira li şaredariyê bi cih kirin. Hat gotin ku her du bira dîsa naçin kar lê belê meaşê wan tê dayîn. 
 
Tê gotin ku Serokê AKP'a Peyasê Servet Can ku xizmên xwe wekî karmendên bankamatîkê li Şaredariya Peyasê bi cih dike, di sala 2018'an de zavayê xwe û hin birazî û xwarziyên xwe jî li Şaredariya Peyasê bi cih kiriye û di meha Tebaxê de jî 6 ferdên xwe li Şaredariay Rezanê bi cih kiriye.