ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Kanûn 2019
  • |
img

* Derbarê 7 jê girtî 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. 

* Wênesaz Aynûr Eplî ku di Girtîgeha Jimare 1 a Alîaga ya Îzmîrê de ye, xwest ji xizma xwe Fatma Ozbay a nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê de ye wêneyên çêkirine bişîne. Lê belê ji bo wêneyên wê hat gotin ku "mustehcen" in û nehatin şandin. 
 
* Siyasetmedar Mahmût Alinak ku pirtûka wî ya bi navê “Mehmet Tûnç û Bêkes” hat qedexekirin, got: "Ev pirtûk wesîqeyeke îbretê ye. Wê nikaribin rê li ber vê pirtûkê bigirin."
 
* Dosyeya derbarê mirina Alî Bagdûr de jî bi "neşopandinê" hat girtin. Gava parêzeran li aqûbeta dosyeya Bagdûr ku 30 mehan hat rawestandin pirsîn, rojek şûnde dozger biryara "nepeywirdariyê" da û mehek şûnde jî derbarê dosyeyê de biryara "neşopandinê" da. Bagdûr, di dema qedexeyên li navçeya Cizîrê de hatibû kuştin. 
 
* Xebatkara Kovara Jineolojiyê Ceylan Çagir ku got xelasiya jinê xelasiya civakê ye û ji bo Atolyeya Jîneolojiyê bang li jinan kir. Wê atolye di 15'ê Kanûnê de dest pê bike. 
 
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Bismilê hat kirin, baxçeyê ku jinan bi destê xwe çandibû ji dest jinan girt û nahêle jin biçin nav baxçe. Ji ber vê 50 jin betal man. 
 
* Du zarokên Serokê AKP'a Peyasê Servet Can, ji ber ku nediçûn kar ji karê li Şaredariya Peyasê hatibûn derxistinç Lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin dîsa hatin ser kar û bêyî ku biçin kar meaşê wan tê dayîn. 
 
* OSO’yê 11 sivîl ji Efrînê revandibû û radestî MÎT’ê kiribû. Ev 11 sivîl bi kuştina du eskeran hatin tewanbarkirin û cezayê hefsê li wan hat birîn. Parêzer Suphî Zarîf diyar kir ku bi hêncetên "dûrî aqil" cezayên giran li şêniyên Efrînê hatiye birîn û ew ê biryara cezakirinê bibin Dadgeha Îstînafê. 
 
* Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dê li Odela New Garden panela "Lêgerîna Maf û Edaletê" panelê li dar bixin. (11.00)
 
* Dayikên Şemiyê biboneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, dê di hefteya 768'an de li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Salona Şîrin Muzikholê li dar bixin. (12.00)
 
* Platforma Plankarên Bajar a Endezyar û Mîmarên Azadîparêz, dê bi şîara “Rêxstinbûn û Piştevaniyê ku xweşik dike û dide jiyandin" li Odeya Endezyarên Elektrikê ya Enqereyê avakirina xwe îlan bike.  (12.30)
 
* Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dê bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 566'an de li Amedê û di hefteya 472'an de li Êlihê çalakiyên xwe berdewam bikin.  (12.30)
 
* Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê dê bi sernavê "Wekheviya Zayendiya Civakî" xebata kargerî û pêşengeha wêneyan bidin pêşandan. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 403'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
 
* Koordînasyan Heskefê dê bi sernavê “Di xeta têkoşîn û xerakirinê de Heskif" li Odeya Mîmaran a Karakoya Stenbolê panelekê li dar bixin. (14.00)
 
* Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, bi boneya balê bikişîne ser binpêkirinên mafên li girtîgehan dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, dê di salvegera dorpêça Cizîr û Sîlopî ku bi sedan mirov hatin kuştin û bi mehan qedexeya derketina derve berdewam kir de, li avahiya HDP'ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00-14.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan, dê çalakiya 'Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 572'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)
 
* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di çarçoveya "10-17'ê Kanûn Hefteya Mafên Mirovan" de dê bi sernavê "Di felsefeyê de fikra mirov û perwerdehiya mafên mirovan" semînerê li dar bixin. (15.30)