Doza komkujiya 5'ê Hezîranê: Bila li dijî sûcê mirovahiyê ceza bibin

  • rojane
  • 19:18 13 Kanûn 2019
  • |
img
 
ENQERE - Danişîna doza komkujiya 5'ê Hezîranê, li Enqereyê hat dîtin. Parêzeran di dozê de parastin kirin û xwestin bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 5'ê Hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga beriya hilbiijartinê li dar xistibûn. Di mîtingê de endamên DAIŞ’ê bombe di nava girseya mezin de teqandibûn. Di teqîna bombeyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî darizandinê 5 bersûc tên darizandin. Danişîna doza komkujiya 5'ê Hezîranê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bati ya Sincanê hat dîtin. Di danişînê de xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn, Înîsiyatifa Malbatên Pirsûs û Amedê, mexdûra komkujiyê Lisa Çalan, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Parlamenterên HDP'ê Şevin Coşkun, Musa Farisogullari, Ahmet Şik û Parlamenterê CHP'ê Ali Şeker amade bûn. Gelek kesên xwestin tev li danişînê bibin jî ji ber cih biçûk bû li derve man. 
 
Piştî xwendina nasnameyan bersûc Mustafa Kilinç û Îsmail Korkmaz ji girtîgehên lê girtî bi rêya SEGBÎS'ê, Burhan Gok ê serbest tê darizandin jî bi rêya SEGBÎS'ê ji Dîlokê beşdarî danişînê bûn. Bersûc Orhan Gonder jî li salona dadgehê amade bû. Parêzeran parastin kir û xwest bersûc ji sûcê li dijî mirovahiyê bên darizandin.