Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike

  • rojane
  • 09:17 21 Mijdar 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Derbarê helbestvan Muslum Aslan de bi hênceta “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin. Piştî doz lê hat vekirin, Kesên xwe wek “Tugayên Tolhildanê yên Tirk” didin nasîn gefên kuştinê li Aslan xwarin û ji ber vê yekê neçar ma biçe derveyî welat. 

 
Helbestvan Muslum Aslan ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hênceta nivîsên li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kiriye bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin. Piştî doz li Aslan hat vekirin kesên xwe wek “Tugayên Tolhildanê yên Tirk” ku nasnameyên wan ne diyar in gefên kuştinê lê xwarin. 
 
ASLAN: DEWLET BERPIRSYAR E 
 
Aslan got ev kes lê geriyane û payam jê re şandine û wî nas dikin û çi kar dike jî dizanin. Aslan da zanîn ku di kêliya tiştek were serê wî dewlet û ew “hêzên wê tarî” bûne mijara gotinê berpirsiyar in. 
 
Aslan anî ziman ku ji ber tedhîtên li dijî wî dewam kirin ew neçar maye ku welat terk bike û derkeve derveyî welat.