Endamên Grûp Yorûm hatin berdan

  • rojane
  • 16:08 20 Mijdar 2019
  • |
img
STENBOL – Endamên Grûp Yorûm Hêlîn Bolek û Bahar Kurt ên 162 roj bûn di greva birçîbûnê de bûn ji doza jê dihatin darizandin tahliye bûn. 
 
Danişîna doza endamên Grûp Yorûm Hêlîn Bolek û Bahar Kurt jî di nav de ku 5 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Hêlîn Bolek, Yelîs Kiliç û Fîkret Akar anîn salona danişînê û Bahar Kurt û Dîlan Uludag jî bi rêya dîmen beşdarî danişînê bûn. Parêzer jî amade bûn. 
 
Yên tên darizandin parastina xwe kirin û xwestin bên berdan. Parêzeran jî miwekîlên xwe parastin û xwestin miwekîlên wan bên berdan. 
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û biryara berdana her 5 kesan da. Danişînek din taloqî 12’ê sibata 2020’an hat kirin. 
 
Bahar Kurt a li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye 162 roj û Hêlîn Bolek a li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê jî 152 roj bûn ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de bûn.