Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin

  • rojane
  • 15:26 20 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Şaredariya Sûrê, Navenda Şêwirmendiya Jinan a  Amîda Jîn ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, ji nû de vekir. Piştî vekirina navendê, perwerdeya "Zayendiya Civakî" hat dayîn.

Şaredariya Naveçya Sûrê ya Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêve dibe, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin ji nû de vekir. Gelek jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî vekirina navenda jinê ya li Taxa Îskanderpaşa bûn. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Aktîvîsa TJA'yê Ayşe Gokkan qûrdele birîn û ketin hûndirê mala jinê. 
 
 'MALA HEMÛ JINANE' 
 
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn derbarê vekirina navenda jinê de axivî û wiha got: "Li dijî qeyûman îro em dîsa navenda şêwirmendiyê ya ji bo jinê vedikin. Her ku diçe tundiya jinê zêde dibe. Divê em jî li dijî vê rêxistina xwe xurtir xebatê xwe zêdetir bikin. Loma ji bo em piştigiriyê bidin hevdu me  Navenda Şêwirmedniya Jinê ya Amîda Jîn vekir. Vir mala hemû jinan e."
 
Piştî axaftina Bûlûttekîn jin derbasî qada panelê bûn. Di panelê de Parêzer Hatice Demir behsa mafên hiqûqî yên jinan kir. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokan jî li ser mijara tundiya li ser jinê û mafên jinê axivî. 
 
Piştî panelê û muzîkê, bernameya vekirinê bi dawî bû.