Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin

  • rojane
  • 16:11 19 Mijdar 2019
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kirin.
 
Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.