Li Dîlokê 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 15:19 19 Mijdar 2019
  • |
img
DÎLOK - Ji 28 kesên di operasyona li Dîlokê hatin binçavkirin de, 10 jê piştî 8 rojan sewqî edliyê kirin. 4 kesên ku derketin dadgehê hatin girtin û 6 kes jî, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Fatma Lebe, Mehmet Zekî Demîr, Tahîr Altûg, Mehmet Çîftçî, Erkan Şahîn, Bedran Fermanoglû, Faîk Dûrsûn, Alî Yildiz û Mehmet Şahîn ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê dest pê kirin de di 11’ê Mijdarê de, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, piştî 8 rojan sewqî Edliya Dîlokê hatin kirin. 
 
Ji 10 kesan Fatma Lebe, Mehmet Zekî Demîr, Tahîr Altûg û Mehmet Çîftçî hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
 
Lêpirsîna 48 kesên din ên dibin çavan de dewam dike. Piştî îfadeyên wan temam bûn, wê sewqî edliyê bên kirin.