Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest

  • rojane
  • 15:10 19 Mijdar 2019
  • |
img
MÊRSÎN - Dayika mamoste Kubra Aşkin a li Mêrsînê ji aliyê hevjînê xwe yê berdayî ve hat kuştin Şerîban Aşkin cezayê herî giran ji bersûc re xwest.  
 
Duyemîn danişîna Kubra Aşkin a li Mersînê ji aliyê hevjînê xwe yê berdayî ve hat kuştin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê berî danişînê li ber Edliya Mêrsînê daxuyanî dan çepemeniyê. Gîzem Tatar li ser navê platformê axivî û xwest cînayetên jinan bi dawî bibe. Tatar, da zanîn ku ji bo ku bersûc cezayê herî giran bigire ew li ber edliyê kom bûne û wiha got: “Em naxwazin ji me jinek din kêm bibe.”
 
Bersûc Davût Demîr û malbata Aşkin, parêzser, şahid û gazindker di danişînê de amede bûn. Piştî danasîna nasnemeyê, danişînê dest pê kir. Dûre şahid û gazindker hatin guhdarkirin. 
 
Xwişka Aşkin a hat qetilkirin Zehra Ozsel, parastin kir û wiha got: “Xwişka min dibin gefan de bû. Wê tiştek ne dixwest. Tu carî daxwaza mal û mil nekir. Tenê xwest canê xwe xelas bike.” Xwişka Aşkin Salîha Aşkin jî, xwest  bersûc bê cezakirin. 
 
Dayika Aşkin Şehrîban Aşkin jî, di parastina kir de wiha got: “Min keçên xwe bê bav mezin kirin. Tu kesê alîkarî neda min. Ji derveyî maeşê hevjînê min, min tu carî pare ji kesekê negirt. Bersûc tim dixwest pere bide min, lê min qebûl nedikir. Kenê xwe bi maeşê keçên min dikir. Tehdayî li keça min dikir, lê min ne dizanî. Min keçên xwe weke firîşteyan mezin kirin. Ew firîşteya min bû. Ew berxwe min bû. Ew çû wê derê û bû firîşte. Ez dixwazin cezayê herî giran li bersûc bê birîn.” 
 
‘CÎNAYET PLANKIRÎ BÛ’
 
Parêzerên malbata Aşkin jî, diyar kirin ku Demîr cînayet bi plan kiriye û ji dadgehê xwestin ku qeydên HTS’ê bên guhdarkirin. Şandeya dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir, biryara dewamkirina girtina bersûc da û danişîn taloqî 23’yê Çileya 2020’an kir.