Platforma Rojnamegerên Jin: Rojnamegeran berdin

  • rojane
  • 17:44 21 Tebax 2019
  • |
img
AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (PRJM), daxuyanî da û xwest rojnamegerên di bin çavan de serbest berdin. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (PRJM), têkildarî rojnamegerên di bin çavan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Platformê di daxuyaniyê de tayînkirina qeyûman a ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan û operasyonên qirkirina siyasî ku di encamê de zêdetirî 400 kesî hatine binçavkirin bi bîr xist û got: "6 hevalên me yên ku çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin, bi derbkirinê hatine binçavkirin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Ev pêkanîn li gel sînordarkirina azadiya agahî girtinê, di heman demê de nexwestina nedîtina êrîş û mudaxaleya ku tên kirine jî. Ne pêkane ku em helwesteke bi vî rengî qebûl bikin. 
 
Platformê di berdewama daxuyaniya xwe de di serî de berdana nûçegîhana Jinnewsê Rojda Aydin, Edîtora Kurdî ya Ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Şah Orûç û Ahmet Kanbal, nivîskara Rojnemaya Evrenselê Ayşegul Tezoren, rojnameger Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak, Yelda Çîçek, Vedat Dag, Tumen Anli û Ozgur Ulke û hemû kesên kesên ku hatine binçavkirin xwest.