Li Licê şerekî dijwar derket

  • rojane
  • 16:10 21 Tebax 2019
  • |
img
AMED - Hat ragihandin ku li Licê di operasyona ku hat destpêkirin de di navbera leşker û HPG'iyan de şerekî dijwar derket. 
 
Duh li bejahiya gundê Çemê Elika yê navçeya Licê ya Amedê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di operasyonê de di navbera leşker û HPG'iyan de şerekî dijwar derketiye. Nayê zanîn ku di şerê bi saetan berdewam kiriye de kesî jiayana xwe ji dest daye ya na. Hat ragihandin ku operasyonê bi dawî nebûye û hê jî didome.
 
Li aliyê din îro di saetên serê sibehê de li herêma çiyayî ya gundê Mele yê Licê jî operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.