Li Rihayê 14 kes hatin girtin

  • rojane
  • 15:18 21 Tebax 2019
  • |
img
RIHA - Li Rihayê 4 jê DAIŞ'î bi giştî 14 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 
 
Beşek kesên ku nêzî hefteyekê ye, li Rihayê ji aliyê polis û cendirmeyan ve tên binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 15 kesên ku li Salona Werzîşê ya Sabîha Ozlek dihatin girtin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 10 kesên ku li dadgehê îfadeyê wan hatin girtin, biryara girtina wan hat dayîn û ew birin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Li aliyê din 5 kes jî bi nagaşta ku endamê DAIŞ'ê ne anîn edliyeyê. Ji 5 kesan 4 jê hatin girtin. 
 
Hat hînbûn ku kesên hê jî li Salona Werzîşê ya Sabîha Ozlek tên girtin, dema ku dema wan a binçavkirinê bi dawî bibe dê sewqî edliyeyê bên kirin.