Ji Leyla Guven banga yekitiyê: Her roj çalakî her roj berxwedan

  • rojane
  • 14:09 21 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku çûyîna wê ya pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat astengkirin, banga yekitiyê li kurdan û gelên Tirkiyeyê kir û ev tişt got: "Her roj çalakî her roj berxwedan" 

 
Parlamenterên HDP'ê û welatiyan ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Kolana Lîseyê hat gel hev û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axaftineke kir û da zanîn ku gelê kurd heta îro hemû mafên xwe bi berxwedan bi dest xistiye û wiha got: "Li dijî van polîtîkayên qirêj divê tifaqa kurdan bê pêşxistin." Guven bang li kurd kir û ev tişt anî ziman: "Her çiqas ji eniya Tirkiyeyê piştgirî bê jî muxatabê vî karî em kurd in. Vîna gel hatiye desteserkirin. Tayînkirina qeyûman darbeyeke. Li dijî vê yekê em ê bibêjin, her roj çalakî her roj berxwedan. Dê gelê kurd vîna xwe derxe holê."
 
Guven banga yekitiyê li kurdan û gelên Tirkiyeyê kir û ji Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ev tişt got: "Werin em bi hev re bibin vîn."