Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm darbeya li dijî demokratikbûnê ye

  • rojane
  • 12:24 21 Tebax 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Koordînasyona  Bajar a TMMOB'ê ya Mêrdinê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku qeyûm li dijî demokratîkbûnê ye. 

 
Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê têkildarî tayînkirina Qeyûm a Şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Koordinasyona Bajar Derya Akyol, ani ziman ku tayînkirina qeyûman feraset û cewherê AKP’'ê yê demokrasiyê nîşan dide û wiha got: “Ev feraset xwe di ser vîna gel re xuya dike. Me di serdema darbeyan de ev pêkanîn dîtin. Ev yek berhemê feraseta rêveberiya faşizan e. Bi tayînkirina qeyûm mudaxaleyî mafê hilbijartin û bijartinê kirine. Ev yek di heman demê de li dijî mafê azadiya raman û îfadeyê ye. Li dijî mafên mirovan e. Hikûmeta AKP'ê carek din vîna gel nas nekiriye."  
 
Akyol, bang li hikûmetê kir ku dawî li van pêkaninên dijdemokratîk bînin û qeyûman paşve bikişînin.