Qeyûm meclîsa şaredariya Wanê fesih kir

  • rojane
  • 12:11 21 Tebax 2019
  • |
img

WAN - Piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peyvirê girt û li şûna wê Walî Mehmet Emin Bîlmez wekî heyûm tayin kir, Qeyûm Bîlmez ewil meclîsa şaredariyê fesih ki. 

 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'e Tebaxê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvirê girtin û li şûna wan Waliyên Bajaran tayîn kirin. Li Şûna Hevşaredara Wane Bedîla Ozgokçe Walî Mehmet Emin Bîlmez wekî heyûm tayin kir, Qeyûm Bîlmez ewil meclîsa şaredariyê fesih kir. Bilmez, nivîs ji meclîsa şaredariyê re şand û aşkere kir ku meclîs fesih kiriye. Meclîsa ku 71 endamê wê hebûn, 44 endamên meclîsê yên HDP'î û 27 endamên meclîsê jî yên AKP'î bûn.