Li Amedê li dijî dorpêçê çalakiya rûniştinê

  • rojane
  • 12:00 21 Tebax 2019
  • |
img

AMED – Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP'ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 

 
Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Piştî tayînkirina qeyûm û ji peywirgirtina Hevşaredaran, bertek û nerazabûna li dijî tayînkirina qeyûman zêde dibe.
Çalakiyên li Amedê didomin. Li aliyê din dorpêça Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî didome. Parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên HDP'ê yên xwestin li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, rastî dorpêça polîsan hatin. Girsê li dijî dorpêça polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseya ku parlamenter jî di navde li Kolana Lîse kom bûn û xwestin biçin pêş şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan girse dornpêç kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê di bin dorpêça polîsan de didome.