Meclîsa leşkerî ya Girê Spî ji bo ‘Herêma Ewle' amade ye

  • rojane
  • 11:42 21 Tebax 2019
  • |
img
GİRÊ SPÎ - Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku ji bo parastina "Rehêma Ewle" ya ku plan dikin di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ava bikin amade ne. Fermandarê Meclisa Leşkerî Riyad Xelef El Xemîs, xwest seranserî sînor "Herêma Ewle" bê avakirin. 
 
Li Sînorê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye di destphêkê de plan dikin ku bi firehiya 5 kîlometreyan di navbera  Girê Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê de "Herêma Ewle" ava bikin. Niqaşên der barê naveroka  "Herêma Ewle" de hêj didomin û hêj naveroka planê bi aşkere nehatiye parvekirin. Têkildarî plana "Herêma Ewle" ya ku Tirkiye û DYA di navbera xwe de li hev kirine, Hêzên Sûriyaya Demokratîk  (QSD) jî ji derve beşdar dibe. QSD, dixwaze sînorê "Herêma Ewle" ji Çemê Firatê heta Çemê Dicleyê berdewam bikin. Lê heta niha plana ku aliyan li ser li hev kiriye neketiye meriyetê. Meclîsa Eskerî ya Girê Spî diyar kir ku ji bo parastina "Rehêma Ewle" ya ku plan dikin di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ava bikin amade ne.
 
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ji 21 komiteyan pêk tê. Meclîsa Leşkerî ji Komîteya perwerdehî, aborî, ewlehî, çapemenî û gelek beşên din jî di navde 21 beşan pêk tê. Di navde şervanên Ereb, Kurd, Turkmen, û Ermenî jî hene. Meclisa Eskerî diyar kirin ku di herêma bê avakirin de amade ne ku rol bidin ser xwe. Li aliyekî hevdîtinên Meclîsa Leşkerî û Hêzên Koalîsyonê ya di pêşengiya DYA de didomin. Tê payin ku di rojên pêş de heyetek bê Girê Spî. 
 
TIRKIYE DIXWAZE TÊKEVE HERÊMÊ 
 
Fermandarê Meclisa Leşkerî Riyad Xelef El Xemîs, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û xwest seranserî sînor "Herêma Ewle" bê avakirin. Xemîs, anî ziman ku armanca Tirkiye ya sereke ewe ku têkeve herêmê û wiha got: "Tirkiye li bajarên li ser sinor, deriyê xwe ji DAİŞ’ê re vekir. Hemû sînorê xwe ji “terore” re vekir. Em ji herêma ku di bin venêrtina me de be dibêjin erê. Tirkiye di bin navê "Herêma ewle" de dixwaze axa me dagir bike. Em wekî Meclîsa Girê Spî vê yekê qebûl nakin. Tê diyarkirin ku "Herêma Ewle" ya navbera Girê Spî û Serêkaniyê 5 kilometre firehi û 100 kilometre dirêjî ye. Lê em dixwazin seranserî sînor "Herêma Ewle" bê avakirin û ev yek di kontrola me de be. Divê herêma ewle ji bo mirovên ku ji DAŞI'ê hatine rizgarkirin îlan bikin. Tirkiye dixwaze me û vê axa me terorîze bike. Em zarokên vê axê ne. Kes ji derve nehatiye ser vê axê. Yên li ser vê axê dijîn Kurd, Ereb, Ermenî û Tirkmen in. Em naxwazin Tirkiye têkeve axa me. Em amade ne ku sînorê xwe biparêzin. Me êrîşî axa kesî nekiriye. Bi sedan sal in em il vir in. Hemû cîhan dizane ku me tenê axa xwe parastiye. Me axa xwe ji terora DAÎŞ'ê parastiye. Me di vê axirê de 11 hezar bedel daye. Em amade ne ku bedelên din jî bidin. 
 
 
MA / Nazım Daştan