Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?

  • rojane
  • 15:56 24 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Li navçeya Berwarî ya Sêrtê polîsan di 11'ê hezîranê de bi ser mala dayika 56 salî ya nexweşiya astimê Reyhan Temel de girtin û piştî hefteyekê di bin çavan de hiştin girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê ligel ku kurê Reyhan Temel ê HPG’î jiyana xwe ji dest dabû jî pirsa "Tu li gel wî hevdîtin dike ya na" pirsî. Dîsa heyetê pirsa "Kodê te çiye? pirsî. 

 
TSK'ê di 27'ê Gulanê de li dijî Xakurkê operasyona hewayî û eskerî li dar xistibû. Di operasyona hewayî de endamê HPG'ê Mehmet Zakîr Temel di 29'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Zakîr Temel xwestibû li Sêrtê şinê dînin û sersaxiyê qebûl bikin. Lê polîsan destûr nedabû  malbat sersaxiyê dînin. Piştî bûyerê Polîsan li navçeya Berwarî ya Sêrtê di 11'ê Hezîranê de bi ser malbata Temel de girt û dayika bi nexweşiya astimê ya 56 salî Reyhan Temel binçav kiribûn. Temel, piştî hefteyekê di bin çavan de ma, di 17'ê Hezîranê de sewqî edliyê kirin û heyetê der barê Temel de biryara girtinê da. Reyhan Temel ku tenê bi kurdî zane, li dadgehê piştî îfade da hat girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê  dema îfadeya Temel girtin pirsa "Kodê te heye? Kodê de çiye? Tu bi kurê xwe yê HPG'î de hevdîtin dike ya na? pirsî. Heyetê bi hinceta "alikarî daye rêxistin" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê. 
 
Piştî girtina Temel Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. 
 
“* Piştî kurê Reyhan Temel tev li rêxistinê bû bê navber malbata wan rastî serdegirtinê hat. Her dem zext li malbatê hat kirin. Herî dawî dayik Reyhan Temel bi vê sedemê hat girtin. Agahiya we ji vê yekê heye?
* Hincet û delîlên girtina dayika 56 salî Reyhan Temel çiye? Ger ku Reyhan Temel ji ber kurê xwe hatibe girtin, ev li gorî kijan zagonê sûc e ? Ev yek ne li dijî rêgeza kesayetiya ceza ye? Li gorî kijan zagonê ger ku zarok sûc bike li şûna wan endamên malbatê tên girtin? Bi cezakirina hemû endamên malbata Temel çi armanc dikin? Reyhan Temel nexweşiya astimê ye û hatiye girtin. Çima dermankirina wê taloq dikin?"