Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin

  • rojane
  • 14:58 24 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Danişîna doza 2 jê girtî 16 kesên ji doza Gezî tên darizandin didome. Di danişînê de Yîgît Aksakoglu parastin kir û got: "Armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîmînalîze bike ye. Ez şevekê jî di nava bûyerên Gezî de nemam. Ger ku min zanîbûya ezê 220 rojan di hucreyê de bimînim, ezê herî kêm şevekê li wir razama." 

 
Danişîna doza 2 jê girtî, 6 fîrar û 16 kesên Karsaz Osman Kavala û Yîgît AKsakoglu jî di nav de tên darizandin, li 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kampusa Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê didome. Piştî tespîta nasnameyan Karsaz Osman Kavala parastin û Nûnerê Vakfa Bernard Van Leer yê Tirkiyeyê Yîgît Aksakoglu parastin kirin. Nûnerê Vaktê yê Tirkiye Aksakoglu piştî Kaval parastin kir û naveroka îdîanameyê rexne kir. Aksakoglu, diyar kir ku armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîminalize bike û wiha got: "Min di hemû xebatên xwe de bi midûriyetên Perwerdehiyê yên Neteweyî, şaredariyên AKP û CHP’ê re xebitîm. Piştî bûyerên Parka Gezî bi dawî bûn û şûnde dest bi guhdarkirina min kirin. Dozger û dadgerên ku der barê min de biryara guhdarkirinê dan îro ez û wan bi hevre girtî ne û di heman girtîgehê de ne. Ez ne alîgirê ku bi tundiyê erk û rayeyê biguherînim. Ez her dem alîgirê guherînê me. Lê li ser esasê li hevkirina civakî ez guherînê esas digirim. Ez alîgirê girtina maf û berpirsiyariyê me. Ji ber ku min Kavala nas kiriye wekî sûc nîşan didin. Naskirina Kavala ne sûc e. Armanca vê îdîanameyê ewe ku civaka sivîl krîmînalîze bike ye. Ez şevekê jî di nava bûyerên Gezî de nemam. Ger ku min zanîbûya ezê 220 rojan di hucreyê de bimînim, ezê herî kêm şevekê li wir razama." 
 
EZ BERAATA XWE DIXWAZIM
 
Aksakoglu, destnîşan kir ku di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: "Piştî bûyerê 6 sal şûnde îhtîmala ku delîlan reş bikin tune ye. Kesên di bûyerên Gezî de jiyana xwe ji dest dan navê yekî jî di îdîanameyê de tune ye. Ez tahliye û beraeta xwe dixwazim."