Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin

  • rojane
  • 13:42 24 Hezîran 2019
  • |
img

CENEVRE - Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet, diyar kir ku bi deh hezaran DAIŞ'î û malbatên wan li Kampa Hol tên girtin û got: "Ji bo ev kes bi awayekî adîl bên darizandin divê dewletên têkildar erk û berpirsiyaıriya xwe pêk bînin. 

Konseya Neteweyên Yekbûyî 41'emîn Civînên Mafên Mirovan  li dar xist. Civîn li Bajarê Cenevre yê Swêdê pêk hat. Di civînê de Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet, diyar kir ku bi deh hezaran DAIŞ'î û malbatên wan li Kampa Hol tên girtin û got: "Niha li Sûriye û Iraqê 55 hezar kesên ku têkiliya wan bi DAIŞ'ê re hene girtî ne. Di nava van kesan de kesên biyanî yên ji 50 welatên cûda hatine hene. Dîsa li Kampa El Hol nêzî 11  hezar DAİŞ'î û malbatên wan hene. Şert û mercên vir ne baş in. Li gorî daneyên UNİCEF'ê li Suriye 20 hezar şervanên biyanî û 29 hezar zarokên wan hene. Sûcê van mirovan çi dibin bila bibin, Divê ev dewlet mafên wan ên bingehîn biparêze û wan rehabilite bike. Divê ev mirov bi awayekî adîl derkevin pêşberî darazê. Bêwelat û bêwarhiştina zarokan zilm e. Bêwar û bêwelathiştin zilm e. Welatiyên ku ji welatîbûnê derxistine divê dîsa welatîbûna wan bê dayîn û dîsa li welat û warên xwe vegerin. Divê dewletên berpirsiyar erka xwe pêk bînin. Li Îdlib û Helebê ji ber şerê heyî di serdema dawî de nêzî 200 hezar mirov ji cih û warên xwe koç kirin. " 
 
Bachelet, bal kişand ser îhlalên mafên mirovan ên li welatê Erebîstana Siûdî, Sri Lanka, Tunus, Myanmar, Meksika, Portekiz, Libya û welatên din û xwest ev welat li gorî peymanên navneteweyî tev bigerin. Civînên Mafên Mirovan wê heta 12'ê Tîrmehê bidomin.