Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine

  • rojane
  • 13:41 24 Hezîran 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Ciwanê ku duh li Cizîrê ji bo hênikbûnê ketibû Çemê Dicleyê û bi avê re çibû he jî nedîtine. 

 
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji bo ciwanê bi navê Salih Karakoyûn (18) ku duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo hênikbûnê ketibû Çemê Dicleyê û bi avê re çibû, didomin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku duh heta saetên dereng ên şevê domiyan îro bi beşdariya komên noqavê yên Şaredariya Cizîrê careke din dest pê kirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku duh li fetlenekên kûr ên ku ji ber kanên qûmê çêbûne dest pê kirin, îro li devereke din dest pê kirin. 
 
Li aliyê din sekna ferdên malbata Karakoyûn ku ji seatên serê sibehê hatine qerexê çem û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî didome.