Danişîna Doza Geziyê dest pê kir

  • rojane
  • 13:26 24 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL – Danişîna karsaz Osman Kavala û Yigît Aksakoglu jî di nav de ku girtî ji Doza Geziyê tên darizandin li Silîvriyê dest pê kir. 

 
Danişîna yekem a doza Parka Geziyê ya 2013’an karsaz Osman Kavala jî di nav de 2 jê girtî, 6 jê firar û bi giştî ku 16 kes tên darizandin li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê tê dîtin. Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, parêzvanên mafên mirovan, heyetên biyanî, bi sedan welatî, bi sedan parêzer û gellek rojnameger dozê dişopînin. 
 
Kavala û Yigît Aksakoglu yên girtî jî li hola danişînê amade ne. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ji bo her bersûcek sînorkirina 3 parêzeran anîn. 5 jê biyanî 25 rojnamegeran hildan hundirê holê danişînê. 
 
Karsaz Osman Kavala yê Serokê Desteya Rêveberiya Çanda Anadolu ya A.Ş. ye 20 meh in girtî ye. Kavala ji çalakiyên ji bo Parka Geziyê tê sûcdarkirin. 
Yigît Aksakoglu jî Nûnerê Weqfa Bernard van Leer a Tirkiyeyê ye û 7 meh in girtî ye. 
 
Navê kesên di çarçoveya dozê de tên darizandin wiha ne: 
 
Avahîsaz Mucella Yapici, Pinar Ogun, rojnameger Can Dundar, sînemager-nivîskar Çîgdem Mater, Nûnerê Weqfa Civaka Vekirî ya Tirkiyeyê Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Hanzade Hîkmet Germiyanoglu, Endamê Desteya Rêveberiya Çandê ya Anadoluyê Alî Hakan Altinay, lîstikvan Mehmet Alî Alabora, sînemager Mîne Ozerden, parêzer Şerafettîn Can Atalay, akademîsyen Tayfun Kahraman, Wekîlê Serokê Desteya Rêveberiya Çandê ya Anadoluyê Yigît Alî Emekçî û Înanç Ekmekçî. 
 
YÊN BIRYARA GIRTINÊ JI BO WAN HEYE 
 
Derbarê Can Dundar, Pinar Ogun, Gokçe Yilmaz, HJandan Meltem Arikan, Hanzade Hîkmet Germiyanoglu û Mehmet Alî Alabora de biryara girtinê heye. 
 
Ev 16 kes bi îdaya “Hikumeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin û wezîfeya wê asteng bikin” û “Çalakiyên Geziyê finanse kirine” tên sûcdarkirin û bi cezayê muebetê yê girankirî tên darizandin.