Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da

  • rojane
  • 13:15 24 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê YSK’ê Sadî Guven encama hilbijartina Stenbolê ya dubare bû eşkere kir. 

 
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê Sadî Guven têkildarî hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya duh dubare daxuyanî da. Guven hejmara dengên derbasdar û yên nedarbasdar, dengên ku namzetan wergirt û rêjeya beşdariya hilbijartinê eşkere kir û derbarê pêvajoya îtîrazê de jî agahdarî kir. 
 
Guven derbarê hilbijartinê de wiha got: 
 
"Bi giştî 8 milyon û 925 hezar û 63 deng hatine bikaranîn. Dengên derbasdar 8 milyon 746 hezar û 464 in, dengên nederbasdar 178 hezar û 599 in. Rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 84.5 pêk hatiye. Ekrem Îmamoglu 4 milyon 741 hezar û 868 deng û ji sedî 54.21; Bînalî Yildirim 3 milyon 935 hezar û 453 deng û ji sedî 44.99; Necdet Gokçinar 47 hezar û 829 deng ji sedî 0.55; Mustafa Îlker Yucel 14 hezar û 545 deng û ji sedî 0.17 bi dest xistin. Deng bi kontrolkirinê ketiye nava pergalê. 
 
Îtîraza asayî ya ji bo desteyên hilbijartinê ya navçeyan heta roja sêşemê saet 15.00’an dema wê heye. Desteya me ya hilbijartinê wê heta roja pêncşemê biryaraxwe bide. Serlêdana îtîrazê ya ji bo desteya hilbijartinê ya bajêr jî heta roja înê saet 17.00’an dem heye. Desteya hilbijartinê ya bajêr dê di du rojan de bersiv bide îtîrazan. Piştî wê jî mafê partiyan heye ku heta 3 rojan serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê bide. Pêvajoya îtîrazê wê wiha birêve biçe.”