KESK: Rejîma yek zilamî hejiya

  • rojane
  • 13:09 24 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê têkildarî encama hilbijartina Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku rejîma yek zilamî hejiya ye û wigot :"Di hilbijartina 23'ê Hezîranê de li dijî împaratoriya tirsê serketin bi têkoşîna yekbûyî pêkan e.

 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya KESK'ê, têkildarî encama hilbijartina Stenbolê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de bi belatkirina hilbijartina Stenbolê li dijî sindoqan darbe kirin. Li dijî vê darbeya sindoqan gel di Hilbijartina 23'ê Hezîranê de bi heybent bersîv da vê darbeyê. Di hilbijartina 31'ê Adarê de AKP'ê daxwaza gel a aştî, demokrasî, wekhevî û edaletê xezp kir. AKP ji bo rant bi dawî nebe darbeya sindoqan kir û nexwest Stenbolê winda bike. Di vê hilbijartinê de tişta AKP+MHP jê titirsiya hat serê wê. Rejîma Yek zilamî hejiya. Tişta Rejîma Yek Zilamî ditirsiya bi serê wê de hat. Polîtîka û zimanê ku  cudakarî, berberî, wêdekirinê pêş dixe encam negirt."