Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 10:29 24 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Li Farqînê zarokekî 5 salî di bin wesayîtê de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
Li gundê Bameydanê yê navçeya Farqînê ya Amedê zarokê bi navê Mazlûm Guçluk ê 5 salî di bin wesayîtê de ma û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, wesayîtek li Guçlukê ku ber derê mala xwe dilîze diqelibe û dipelçiqîne. Hat hînbûn ku piştî bûyerê ajokarê wesayîtê ji cihê bûyerê direve. Malbat Guçluk ku ji nav zeviyên xwe tê bi cenazeyê kurê xwe re rû bi rû dimîne. 
 
Cenazeyê Guçluk ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.