Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin

  • rojane
  • 09:48 24 Hezîran 2019
  • |
img
AMED – Polîsan li navçeya Rezanê bi ser malekê de girt û Samya Emsen a 67 salî ku nexweşa astimê ye bi dafdanê xistin erdê. Kurê wê Ersîn Emsen jî binçav kirin. 
 
Polîsan li semta Oryilê ya navçeya Rezana Amedê deriyê malekê şikandin û bi ser de girtin. Polîsan ferdên malê avê erdê û demek dirêj li malê lêgerîn pêk anîn. Polîsan îşkence li ferdên malbatê kir û Samya Emsen a 67 salî ku nexweşa astimê ye dafdan û wê xistin erdê. 
 
Piştî lêgerîna li malê polîsan Ersîn Emsen bêhêcet binçav kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.