ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Hezîran 2019

* Li navçeya dîrokî ya Heskîfê şikefta 10 hezar salî bi betonê veşartin. Rênîşander Şêhmus Turgay da zanîn ku çîroka bi hezarên salan a şikefta dîrokî heye û vê şikeftê ji bo bendava temenê wê 50 salî ye tune kirin. 

* Emîne Yeşîltepe, 30 salin li Bajaroka Kazanli ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê serayê kirê dike û bi çandiniya li sereyan debara malbatê dike. 
 
* Li Pişêsaziya Tirmil a Mêrsînê bi dehan zarokên temenê wan di navbera 12 û 17’an de diguhere li gel bihayê kêm jî neçarin di karên zor de bixebitin. 
 
* Esnaf û cotkarên li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê diyar kirin ku cotkar nikarin hilberînin û êdî ne tiştek dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin. 
 
* Danişîna Doza Geziyê ku karsaz Osman Kavala yê girtî jî jê tê darizandin dê li hola danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîvriyê bê dîtin. (10.00 -17:00)
 
* Geşedanên têkildarî encamên hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê bên şopandin. 
 
* Karsaz Osman Kavala ku girtî tê darizandin wê li Kampusa Girtîgeha Silivrî danişîna wî bê dîtin. (10.00-17.00)
 
* Odeya Tabîban a Amedê wê têkildarî peymana hekiman a hatiye fesihkirin daxuyaniyê bidin. (12.30)