Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin

  • rojane
  • 15:56 12 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî karkeriya zarokan de tu pêngavên cîdê nehatine avêtin û got: “Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin.”
 
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê, derbarê 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniya baroyê kir de, wiha got: “Di warê têkoşîna li dijî karkeriya zarokan de tu pêşketinên cidî nehatine kirin.” 
 
'PIŞTGIRIYÊ BI HÊZ BIKIN’ 
 
Baroyê di daxuyaniyê de bang li rayedarên hikumetê kir û wiha pê de çû: “Divê demildest mekanîzmayên piştevahiya civakî ya ji bo zarok û malbatên wan bên bêhêz kirin. Lazime ku di vê mijarê de qanûnek nû bê derxistin û pêkanînên piştgiriyê bên bi cih anîn. Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin. Em hêvî dikin ku karkeriya zarokan bi dawî bibe.”