Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt

  • rojane
  • 15:08 12 Hezîran 2019
  • |
img

EDENE - Cenazeyê Ferdî Akdag (Tûfan Botan) ê di Nîsana 2018’an de li Çiyayên Amanos di encama êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest da, piştî 14 mehan teslîmî malbatê kirin. 

Cenazeyê endamê HPG’ê Ferdî Akdag (Tûfan Botan) ê di Nîsana 2018’an de li Çiyayên Amanos ê navçeya Dortyol a Hatayê di encama êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan Goristina Bûrûk hatibûn definkirin, ji aliyê malbatê ve piştî 14 mehan hat girtin. 
 
Piştî testa DNA’yê ya malbat û Akdag li hev hatin, malbatê di çavderiya polîsan de cezayê kurê xwe ji cihê lê hatibû definkirin derxistin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe Akdag defin bike, ber bi gundê Belenolûk ê navçeya Berwarî ya Sêrtê ve ketin rê.