Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin

  • rojane
  • 14:28 12 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi Ocalan re hevdîtin bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne re hevdîtin bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. 
Buroya Hiqûqêya Asrinê li ser hesabê twitterê agahî da û got: “Parêzerên Buroya me Prz. Newroz Uysal û Prz. Rêzan Sarica îro (12.06.2019) bi boneya bi muvekkîlê me  Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ber bi Grava Îmraliyê ve bi rê ketin. Em Cemaweriyê agahdar dikin."