Girtiyan ji bo Zulkuf Gezen daxuyanî dan

img
AMED - Li ser navê girtiyên siyasî Denîz Kaya têkildarî çalakiya Zulkuf Gezen daxuyanî da û destnîşan kir ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê şikandin û azadî pêk neyê dê berxwedan û têkoşîna wan bidome. 
 
Denîz Kaya, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Faşîzma AKP/MHP’ê ji miriyên kurdan jî ditirsin û ji bo bîranîna rêheval Zulkuf xwedî derkevin pêwîst e em hemû kolan û taxan vegerînîn qadên berxwedanê. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku em li hundir li ber xwe didin û hûn jî li derve li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.”
 
Kaya, anî ziman ku Faşîzma AKP/MHP’ê di bin navê man û nemana dewletê de zend û bendên xwe ji bo mêtingeriya civakê hildane û bi van polîtîkayên faşîzan dixwaze temenê desthilatiya xwe dirêj bikin û wiha got: "Faşîzma AKP/MHP’ê tu eleqeya xwe bi demokrasî û civakbûnê re tune ye. Ev hewildan û pêkanînên faşîzan li ser kurdan bi wayekî zelal aşkera bûye."  
 
Kaya, da zanîn ku bi tecrîdkirina Ocalan muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya demokratîk, azadî û wekheviya gelên Tirkiyeyê hatiye armanckirin û wiha lê zêde kir: "Bi vê polîtîkaya dijmirovî ya tecrîdê armanc dikin ku Rêber Apo ji çareseriyeke demokratîk, jiyana azad û wekhev a gelan dûr bixin û li gorî dilê xwe derbekî giran li demokrasî û mirovahiyê bixin. Lê divê ew desthilatiya faşîzan û qirker baş bizane ku me bi berxwedanê xwe naskir û baş bizanin ku em ê li pêşberî we bi tu awayî dev ji berxwedana xwe bernedin. Li pêşberî her cure pêkanînên paşverû yên faşîzan me duh li ber xwe da, em îro li ber xwe didin û em ê sibê jî li ber xwe bidin. Ew pêngava me ya ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê  hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ya ku me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî daye destpêkirin dê bi biryardariyeke mezin berdewam bike. Duh hevrêyê me yê bi nirx Zulkuf Gezen ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyeke canbexşane pêk anî û bû şehîdê yekemîn ê vê pêngavê. Hevalê Zulkuf 12 salan di girtîgehê de ma û di şert û mercên dijwar de li ber xwe da. Bi sekna xwe ya mutewazî her tim moral dida me û di hemû zindanên ku hat sirgûnkirin de ev helwesta xwe parast û her tim girêdayî Rêberi, gel û PKK’ê bû. Rêheval Zulkuf şehîdê yekem ê pêngava ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û kurdistanê azad bikin’ e û bû rêhevalê kesên ku di oxira jiyanê de jiyana xwe ji dest didin û jiyana xwe fedaî Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dikin.  Em ê li bîranînên Zulkuf xwedî derkevin û teqez bi ser bikevin.”
 
Kaya, herî dawî destnîşan kir ku wekî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li hemû zindanan bi biryardarî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku ji bo tecrîda li ser Rêbertiya wan bê rakirin hatiye destpêkirin, dewam dikin û wiha bi dawî kir: "Faşîzma AKP/MHP’ê ji miriyên kurdan jî ditirsin û ji bo bîranîna rêheval Zulkuf xwedî derkevin pêwîst e em hemû kolan û taxan vegerînîn qadên berxwedanê. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe, rewşenbîr û demokratan dikin ku em li hundir li ber xwe didin û hûn jî li derve li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Wekî rêhevalên Zulkuf em dibêjin bila serê malbata Gezen û serê hemû gelê kurd sax be."