AKP'ê mînareya mizgeftê kir amûra hilbijartinê

img
AYDIN - AKP'ê al û pankarta partiya xwe bi mînareya mizgeftê zeliqand û mînare kir amûra hilbijartinê. 
 
Teşkîlata AKP'ê li Aydinê li taxa Haydere ya Navçeya Bozdoganê ala xwe bi minareya mizgeftê dakir û mînare kir amûra hilbijartinê. Piştî AKP'ê ala xwe bi mînareyê vekir, gel bertek nîşanî helwesta AKP'ê da. Teşkîlata AKP'ê ya Aydinê, di çarçoveya xebatên hilbijarê de ala partiya xwe bi mînareya mizgeftê dakir û mizgeft kir amûra hilbijartinê. Piştî gel bertek nîşanî helwesta AKP'ê da. Serokatiya AKP'ê ya Aydinê daxuyanî da. Serokê AKP'ê yê Aydinê Omer Ozmen parastina xwe kir û îdîa kir ku tu eleqeya wan bi vê yekê tune ye. Serokê AKP'ê Ozmen parast ku yê al bi mînareyê dakiriye dîn e û aqilê wî ne li serê wî ye."