Piroglu: Dema her tişt biqede bêdengiya dostên me dê neyê ji bîrkirin

img
STENBOL - Parlamenterê HDPê Musa Pîroglu, têkildarî revandin û definkirina korsan a cenazeyê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Dema her tişt bi dawî bibe, ne dengê dijminê me, dê bêdengiya dostên me ji bira me neçe." 
 
Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbole, bi armanca revandin û definkirina korsan a Cenazeyê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekirdagê çalakiya protestoyî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, şermezar bikin; xwest ji avahiya HDP'ê heta taxa Haciahmet bimeşin. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hat. Koma ku di navde Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, Wekîla Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst û Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu, Parlamenterê HDP'ê Musa Pîsroglu û Zeynel Ozen û gelek kesên din xwestin heta Taxa Hacıahmet bimeşin. Ji ber ku polîsan destûr neda meşê, girsê çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiya rûniştinê li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. 
Di çalakiyê de pankarta “Em ê tecrîdê bişkînin teqez emê bi ser bikevin, Zulkuf Gezen nemir e" vekirin û dirûşmeyên “Şehid namirin”, “Zext me bêzar nakin" û “Leyla Güven rûmeta me ye" berz kirin. 
 
‘MAF Û AZADÎ LI VÎ WELATÎ TÊN ASTENGKIRIN
 
Ewil Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, bertek nişanî bêdengiya hikûmetê da û wiha got: "Duh Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê xwe darvekir û dawî li jiyana xwe anî. Xwest dawî li tecrîdkirina Brêz Ocalan bê. 20 salin tecrîd li ser Girtîgeha Îmraliyê û Birêz Ocalan heye. Em li vî welatî hiqûq edalet û azadiyê diparêzin. Îro tecrîda li Îmraliyê li her derê welat belav bûye. Em dixwazin ev tecrîda li ser welat bi dawî bibe. Yên zagonan derdixin ew bi xwe van zagonan binpê dikin û naxin meriyetê. Di şexse me de maf û azadiya vî welatî tê astengkirin." 
 
Çîçek, anî ziman ku Leyla Guven zêdeyî 4 mehin di grevê de ye û wiha bi dawî kir: "Ger ku wekilek 4 mehin di grevê de be ev eyba dewletê ye. Ev ne eyba me ye. Ger ku mirov dawî li jiyana xwe tîne ev eyba dewletê ye. Em dê têkoşina xwe li her derê mezin bikin. Em dibêjin bijî Têkoşîna me ya Demokratîk. " 
 
‘ÇIMA ZULKUF GEZEN DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎ?' 
 
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu jî bal kişand ser daxwazên çalakgerên grevê û wiha got: “Zulkuf Gezen ji bo hiqûq têkeve meriyetê dawi li jiyana xwe anî. Ji bo Ocalan bê berdan dawî li jiyana xwe anî. Ev têkoşînek pir mezin e.  Di sala 2013'an de bi birêz Ocalan re hevdîtin hat kirin. Birêz Ocalan daxuyanî dan. Wê demê her tişt rewa bû. Em dîsa dixwazin vegerin wan rojan."
 
‘BERXWEDAN JIYAN E 
 
Parlamenter Zeynel Ozen  jî anî ziman ku Guven 131 rojin di grevê de ye û wiha got: “Tecrit dîlgirtina aştiyê ye. Çi girtî dibe û çi hikûmxwar dibe, ev pêkanînên li ser kesan pêkanînên faşist in û nayê qebûlkirin. Daxwazên kesên girtî ne siyasî ne, Dixwazin hiqûqê pêk bînin û hikûmet û dewlet li gorî zagonan tev bigerin. Me her dem xwest ku mirov nemirin. Lê me şehîdê ewil da. Her dem yên li ber xwe dane bi ser ketine. Ji ber vê yekê em dibêjin Berxwedan Jiyan e." 
 
'EM DÊ HESAB BIPIRSIN'
 
Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu jî bertek nîşanî bêdengiyê da û wiha got: “Dema her tişt xelas bibe ne dengê dijminê me, wê bêdengiya dostê me ji bîra me neçe. Hevalên me ji bo vê bêdengiyê xera bikin canê xwe feda dikin. Em dizanin ku her dem yên li ber xwe didin bi ser dikevin. Ev roj dê bi dawî bibin û em dê bi ser bikevin. Divê em bêtir mil bidin milê hev. Leyla Guven li Stenbol, Îzmîr û Amedê bilind bûye. Em van bedelan ji bîr nakin û yên bûne sedema van bednelan em dê hesab ji wan bipirsin. Em hebûn, em hene û em dê her dem hebin." 
 
Pişte komê bi çepik û dirûşmeyan Gezen ê li Amedê bi korsan hat definkirin silav kirin. Piştre di navbera polîs û Piroglu de rageşî pêş ket. Pîroglu ji polîsan re got "Hûn dê rojekê bên darizandin."