Koçyigît: Dewlet ji dewletbûna xwe derketiye
Arslan: Îktîdar bepirsiyarê mirinan e
Temellî: Biçin li goristanê binêrin kirine çi halî

img

AMED – Hevserokên HDP, HDK, DBP, parlamenter û welatî çûn serdana şîna Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî.  

Piştî polîsan mudaxeleyî girseya xwest gora Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, derbasî Mala Şînê ya Şaqlatê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê û gellek welatî jî di nav de beşdarî şînê bûn û ji aliyê malbata Gezen ve hatin pêşwazîkirin. Polîsên ku mudaxeleyî serdana goristanê kirin, di heman demê de mala şînê jî dorpêç kirin. 
 
Temellî, Koçyigît û Arslan sersaxî ji malbatê re xwestin û li mala şînê axaftin kirin. 
 
KOÇYÎGÎT: DEWLET JI DEWLETBÛNA XWE DERKETIYE 
 
Hevberdevka HDK’ê Koçyigît diyar kir ku êşa wan mezin e û got: “Ji bo ev mirin neqewimin her roj em bang dikin. Lê li hember banga me Wezîrek Dadê yê kerr û lal heye. Hevalê me Zulkuf ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîye. Me ji bo cenazeyê xwe plansazî kiribû, lê cenazeyê me revandin. Beyî kar û barên cenaze bên cih veşartin. Em vê seknê qebûl nakin. Ev helwestek korsanwarî ye. Dewlet êdî ji dewletbûna xwe derketiye. Dewlet derketiye derveyî yasayan. Dewlet hiqûq û yasaya xwe binpê dike. Em jî dixwazin ku wan yasayên xwe binpê dikin bên cih. Şehîdê me hemûyan e. Em banga xwedî derketina li hemû gelê Amedê û Kurdistanê dikin.” 
 
ASLAN: ÎKTÎDAR BERPIRSIYARÊ QEWIMÎNAN E
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku dawî anîna jiyana Gezen xwedî wateyek mezin e û wiha got: “Kurd ji bo dawî li zilmê bînin îro bedena xwe dane ber mirinê û roj bi roj ew beden dihelin û şahadeta ewil qewimî. Divê gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê li dijî siyaseta qirêj a AKP’ê bêden nemînin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Lê bila dewlet û îktîdar jî viya baş dizanibe berpirsiyarê van mirinan îktîdar bi xwe ye. Ji bo hin bêtir êş neyên kişandin û mirin neqewimin divê hikumet demildest gav biavêje.” 
 
TEMELLÎ: SIYASETÊ NEKIN DAXWAZÊ QEBÛL BIKIN 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di serdanê de axivî û wiha got: “Îro em li vir bêhiqûqî û bêedaletiyê dijîn. Ev demek gellek dirêje ku birêz Leyla Guven bang li bêedaletiyê dike û dixwaze tecrîda bêedalet û bêhiqûqî bi dawî bibe. Li zîndanan û gellek deverên din ên cîhanê însanan bedene xwe dane ber mirinê. Em ji destpêkê ve bangê li Wezîrê Dadê dikin. Me got vê daxwaza yasayî û hiqûqî qebûl bikin. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Lê mixabin me duh şahadeta hevalê xwe Zulkuf bihîst. Heke ku Wezareta Dadê daxwazê pêk bianiya wê hevalê niha bijiya. Wezareta Dadê tişta dikeve ser milê wan neçare demildest bike. Bila êdî hevdîtin pêk were û hêcetek din nîşan nedin. Bila êdî hêcetek nîşan nedin û kes jiyana xwe ji dest nede. Em naxwazin hevelek me din û Leyla Guven jiyana xwe ji dest bidin. Divê ders ji vê mirinê derbixe. Ji bilî mirovatiyê û jiyankirinê rûmettir tiştek din nîne. Canê însan ji her tiştî bi nirxttir e. Li ser bedena însanan hesabên siyasî nekin. Ji bo edalet û hiqûqê çi pêwîst be wê bikin.” 
 
'BIÇIN LI HALÊ GORISTANÊ BINÊRIN’ 
 
Temellî da zanîn ku ew êşa malbatê wek êşa xwe dibînin û got: “Bêhiqûqiya li ser bêhiqûqiyê dikin. Nahêlin ku însan bi çanda xwe ya baweriyê bên veşartin. Polîsan goristanê û gora Zulkuf Gezen jî dorpêç kiriye û tecrîd dikin. Ka biçin lê binêrin goristanê xistine çi halî. Kes nikare biçe ser gora xizmên xwe û diayan bikin. Ev çawa rewabûn û sûcê nefretê ye. Dem dema êdî ev îktîdar ji şîrazeya xwe derketiye ye. Îro rêya bi milyonan tê birîn û tên tacîzkirin. Ji ber ku mirov dixwazin şîna xwe bikin û êşa xwe parve bikin.