Platforma Demokrasiyê: Bi cidîbûn nêzî grevên birçîbûnê bibin

img

WAN – Platforma Demokrasiyê ya Wanê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da û got: “Divê her kesê ku alîgirê demokrasî û mafên mirovan e bi cidîbûn nêzî rewşê bibe. Em li benda wan in ku ji mirinê re bêjin ‘na’ û ji jiyankirinê rê bêjin erê.”

Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku 25 saziyên sivîl pêk tê têkildarî grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Wanê pêk hat û metna daxuyaniyê Endamê Desteya Rêveberiya Navendê ya ÎHD’ê Kasim Kalkan xwend. Kalkan bi bîranîna Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî dest bi daxuyaniyê kir. 
 
'REWŞA GIRTIYAN ROJ BI ROJ GIRAN DIBE’ 
 
Kalkan bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 131’emîn de didome û talûkeya jiyana wê ketiye astek krîtîk. Kalkan da zanîn ku ji 1’ê Adarê ve li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û got: “Li gîrtîgehên tîpên T, F û Ewlehiya Bilind ên Wanê ji 300 girtî zêdetir di greva birçîbûnê de ne. Rewşa Şahîn Oncu, Cîhan  Tamur, Bahtiyar  Kemal Hasan, Azîz Sokemen û Bariş Kahraman ên 93 roj in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê di greva birçîbûnê de roj bi roj rewşa wan giran dibe.” 
 
'EM BIFIKAR IN’ 
 
Kalkan destnîşan kir ku wezîfeya ji bo grevên birçîbûnê dikeve ser milê Wezareta Dadê nayne cih û got: “Civaka Tirkiyeyê jî di rewşek ketiye nava bêdengiyek mezin de ye. Em di vê mijarê de her kesî vedixwînin xwedî wîjdaniyê. Em û malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ji vê rewşê bi fikar in û endîşeyên me hene. Neyîniyek biqewime wê qet vegera wê tune be. Di vî warî de em bang li her kesî dkin; em dixwazin hemû kesên xwedî wîjdan li dijî mirinên pêk were bêdeng nemîne. Di serî de hikumet, Wezareta Dadê, hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û kesên alîgirê demokrasî û mafên mirova ne bi cidîbûn nêzî rewşê bibe û ji mirinê re bêje ‘na’ û ji jiyankirinê re jî bêje ‘erê.’ Em li benda her kesî ne.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.