Wezaretê ji bo Zulkuf Gezen ketin û derketina Amedê bi sînor kir

img
ÇEWLÎK – Wezareta Karên Hundir ji bo cenazeyê Zulkuf Gezen, giştînameyek weşand û ketina Amedê yên deriyê Riha, Mêrdîn, Xarpêt, Çewlîkê bi sînor kir. Rêveberên HDP'i yên ji Çewlîkê hatin Amedê û xwestin biçin sersaxiya malbata Gezen hatin astengkirin. Eskeran giştîname hincet nîşanda û Rêveberên HDP'ê paşve vegerandin. 
 
150 endam û Rêveberên HDP'ê yên Çewlikê, bi armanca malbata Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî ziyaret bikin ji Çewlikê hatin Amedê. Endam û rêvbeberên HDP'ê yên ku xwestin goristana Zulkuf Gezen ziyaret biki nû biçin sersaxiya malbatnê, ketin rêya Amedê, 3 caran ji aliyê eskeran ve rastî lêgerînê hatin û hatin rawestandin. Heyet herî dawî li Qereqola Abali ya Licê hatin rawestandin û bi hinceta giştînameya Wezareta Karên Hundir heye destûr nedan. Piştî niqaşan tenê destûr dan ku parlhamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemir û namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Çewilkê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas derbasî Amedê bibin. Eskerên qereqolê piştre bi hinceta Wezareta Karên Hundir têkildarî cenazeyê Zulkuf Gezen giştîname şandiye ku ji Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Çewlikê ketina Amedê hatiye qedexekirin, destûr nedan endan û rêveberên HDP'ê derbasî Amedê bibin û dîsa paşve vegerand. 
 
 
LI 4 QEREQOLAN RAWESTAND 
 
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî ya Çewlikê Zeynel Barlas, diyar kir ku saet di 10.00’an de ketin rê û wiha got: “Di ketina Dara Hênê de hemû maşîneyên me rawestandin û em di kontrola Nasnameyan re derbas kirin. Piştre em li 2 nokteyên din jî bi heman şiklî hatin rawestandin. Herî dawî li Qereqola Tapan Tepe em dîsa hatin rawestandin û kontorlek hûrtir hat kirin. Dema me sînorê Çewlikê derbas kir û em hatin qereqola Abali a Cendirmeyan vê carê bi binceta fermana Wezareta Karên Hundir heye em paşve şandin. Tenê parlamenter û namzet şandin û şêndin bi sedema ferman heye paşve şandin. 
 
Barlas, anî ziman ku Walî maîl ji wan re şandiye û destnîşan kir ku li gorî giştînameyê ketina bajaranên Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Çewlîkê ya Amedê hatiye qedexekirin.