ÎHD: Polîtîkayên hikumetê û bêdengiya civakê Gezen kuşt

img
STENBOL - ÎHD’ê, derbarê Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hat revandin û veşartin de daxuyanî da û got: “Polîtîkayên hikumetê û bêdengiya civakê Gezen kuşt.”
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hat revandin û veşartin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
ÎHD’ê, diyar kir ku fikarên darbarê çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hatin dest pêkirin zêde bûne  û wiha got: “Greva birçîbûnê ya Guven di roja 131’an de berdewam dike. Xemsarî û polîtîkayên hikumetê û bêdentiya civakê dibe sedem ku girtî serê li rê û rêbazên çalakiyên cuda bikin û bi van çalakiyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Ji ber van sedamam ciwanê 32 salî Zulkuf Gezen dawî li jiyana xwe anî.”
 
ÎHD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, ev bang kir: “Em bang li hikûmetê dikin ku demildest peywira xwe bi cih bîne. Ji bo ku grevên birçîbûnê bi encam bibin, em bang li rayedarên dewlet û hikumetê dikin ku gavên şênber avêjin.”