Demîrtaş ji gelê Akdenîzê re peyam şand

img
MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji gelê Akdenîzê re peyam şand û got: “Ez bi dil û can bawer dikim ku gelê me dê bi dilxwaziyek mezin piştgiriyê bide HDP’ê û li dijî polîtîkayên qeyûman demokrasiyê biparêzin.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrne, ji gelê Akdenîzê re peyama hilbijartinê şand û wiha got: “Di şexsê namzetên me yên Akdenîza Mêrsînê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan de, ez bi dil û can bawer dikim ku gelê me dê bi dilxwaziyek mezin piştgiriyê bide HDP’ê û li dijî polîtîkayên qeyûman demokrasiyê biparêzin. Ez ji we hemûyan re silav û heskirinên xwe yên gerim dişinim.”