Bavê rojnameger Volkan Eryigît: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan

img
EDENE – Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryigît dema nûçeya hilbijartina xwecihî ya 2004’an li Edeneyê dişopand di encama kazaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Bavê Eryigît, Aydin Eryigît got êşa wan weka duh taze ye û ew ê bibin şopdarê têkoşîna wan. 
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin Volkan Eryigît û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler dema konvoya namzetên “Yekîtiya Hêza Demokratîk” a hilbijartina xwecihî ya 2004’an li Edeneyê dişopandin di encama kazayek trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Eryigît û Îşler nehatin jibîrkirin. 
 
BÛ NEFEREK JI ÇAPEMENIYA AZAD
 
Eryigît di sala 2002’an de li DÎHA’yê dest bi nûçegihaniyê kir û li ser kevneşopiya çapemeniya azad xebitî. Bavê Eryigît, Aydin Eryigît da zanîn ku êşa wan wek a roja ewil taze ye û got: “Kurê min ji bo azadî û demokrasiyê dixwest bibe dengê her kesî.” 
 
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ TÊKOŞÎNA VOLKAN’ 
 
Eryigît anî ziman ku êşa wan 15 sale hêj taze ye û wiha got: “Volkan roja me bû. Ew gihîşt şahadetê, roja me tarî bû.” Eryigît bal kişand zextên li ser çapemeniya azad û got: “Wê zext nikaribin têkoşîna çapemeniya azad asteng bikin. Em ê bibin şopdarê têkoşîna Volkan. Kurê min di xebatên hilbijartina xwecihî ya 2004’an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku di hilbijartina 31’ê Adarê de faşîzm têk biçe, ev hilbijartin gellek girîng e. Ez bang li her kesî dikim ku dengên xwe bidin hêzên demokrasiyê.” 
 
Eryigît bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan û diyar kir ku ew xwedî li çalakiya wan derdikevin û divê her kes deng bide dengê berxwedêran. 
 
Volkat Eryigît dê sibê saet di 16.00'an de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê bê bibîranîn. 
 
MA/ Hamdullah Kesen