Zulkuf Gezen tê bibîranîn: Emê xwedî çalakgeran derbikevin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hat revandin û defin kirin, tê bibîranîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, tifaqa AKP û MHP’ê berpirsê mirina Gezen hat dîtin. 

Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di şeva 16’ê Adarê de, çalakî pêk anî û cenazeyê wî ji aliyê polîsan ve hat revandin û defin kirin, tê bibîranîn. Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, namzetên hevşaredarên bajêr û gele kest beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê XWEDÎ ÇALAKGERAN DERKEVIN’
 
Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zekî Îrmez, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Divê demildest tecrîd bê kirin û em naxwazin canekê xwe yê din winda bikin. Daxwaza wan daxwaza gelê Kurd û ya me ye. Emê xwedî çalakgeran derkevin.”
 
Piştî axaftinê daxuyanî bi lêxistina çepikan, bi dawî bû. 
 
CİIZÎR 
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî, derbarê çalakiya Gezen de daxuyanî li ber avahiya partiyê da. Xizmên windayan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Selahattîn Kolanç, daxuyanî da û wiha axivî: “Li dijî gelê Kurd û nûnerên wê şerek taybet heye. Di şexsê Ocalan de tecrîda li ser gelê Kurd zêde kirin. Ji bo ku kesên mîna Zulkuf ji nava me neçin, divê em demildest bikevin nava liv û tevgerê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehit namirin” bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
Rêxistinên navend û navçeyên Sîwereg, Serê Kaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Bêrecûk, Xelfetî û Bozova yên Rihayê jî darbarê çalakiya Zulkuf Gezen de daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de daxuyaniyek hevpar hat dayîn û di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd rabe û pêşiya mirinan bên girtin.