Polîsan mudaxeleyî girseya ku xwestin gora Gezen ziyaret bikin kir

img
AMED – Polîsan mudaxeleyî girseya ku xwest biçe gora Zulkuf Gezen ziyaret bike kir û nahişt girse biçe serdana gorê. 
 
Girseya ku li navçeya Rezanê ya Amedê kom bû û xwest biçe Goristana Yenîkoyê ya Amedê gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, rastî mudaxeleya tund a polîsan hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê yên herêmê jî di nav de girseya ku meşiya di têketina goristanê de polîsan pêşiya wan birî. Polîsên li vir bi mertal û maşîneyên zirxî ku barîkat ava kiribûn bi ava şid mudaxeleyî girseyê kirin. 
 
Piştî nîqaşek dirêj wekîlên HDP’ê derbasî aliyê barîkatan din bûn. Parlamenter li hundirê goristanê carek din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûr nehat dayîn biçin ser gorê. Piştî astengiyê parlamenterên HDP’ê ji goristanê veqetiyan û çûn serdana sersaxiyê ya li Mala Sersaxiyê ya Şaqlatê.