Çalakgera ket bin 39 kîloyî: Em ê bi rihê vejîna Newrozê berxwedanê geş bikin

img
STENBOL - Çalakger Belgîn Kanat a li Girtîgeha Bakirkoyê ev 92 rojin di greva birçîbûnê deye û bûye 39 kîlo, diyar kir wan tu carî xwe evqas baş hîs nekirine û got: “Emê bi rihê vejîna Newrozê, berxwedanê geş bikin. Ji niha de behna azadiya biharê tê me.”
 
Çalakger Belgîn Kanat a di 17’ê Kanûna 2018’an de, li Girtîgeha Sergirtî a Jinan  a Bakirkoyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ketiye bin 39 kîloyan, peyama Newrozê şand. 
 
Kanat, di peyama şand de wiha got: “Di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de ez hemû hevalan silav dikim. Îro berxwedana me di roja 92’yan deye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan ev 92 rojin em bi biryardarî çalakiya xwe berdewam dikin. Heta ku  em bigihêjin armanca xwe emê çalakiya xwe mezin û bilindtir bikin. Me tu carî xwe wisan baş hîs nekiriye. Bi rihê vejîna Newrozê emê berxwedana xwe geş bikin. Ji niha de behna azadiya biharê tê me.”
 
‘DAWIYA WÊ DÊ PIR XWEŞ BE’
 
Kanat, bal kişand ser rewşa tenduristiya xwe jî û wiha dawî li peyama xwe anî: “Bi awayekê fîzîkî min kîlo dane, lê di warê moral de ez xwe pir baş hîs dikim. Her roja diçe, vîna min bihêztir dibe. Ji ber ku manewiyat rih û bedene têr dike. Ez jî mîna hemû hevalên xwe yên berxwedêr, moral û coşa min pir başe. Bedel çi dibe bila bibe, em amadene bidin. Em Newroza hemû kesan pîroz dikin û dibêjin dawiya wê dê pir xweş be.”