Rêxistinên Mafên Mirova: Bila tecrîdê rabe û îkence bi dawî bibe

  • rojane
  • 15:17 12 Kanûn 2018
  • |
img
AMED – Baroya Amedê, ÎHD, TÎHV, DTO û Însiyatîfa Maf diyar kirin ku girtîgeh bûne navendên îşkencexaneyê û xwestin demildest muameleya xerab bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê, Weqfa Mafên Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê û Însiyatîfa Maf, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafê Mirovan de têkildarî binpêkirina mafan a li girtîgehan li Kolana Hunerê ya semta Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Komîsyona Şopandina Binpêkirina Mafên Girtîgehan a Baroya Amedê Gîzem Mîran daxuyaniya hevpar xwend. 
 
‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDÊN ÎŞKENCEYÊ’ 
 
Mîran diyar kir ku di xala 5’emîn a Danezana Mafên Mirova a Gerdûnî û xala 7’emîn a Peymana Mafên Siyasî û Takekesî ya Navnetewî de tê gotin divê li kesî îşkence, pêkanînên dij mirovane û rûmet şikandinê neyê kirin. Mîran da anî ziman ku herî zêde li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan diqewime û got: “Li girtîgehan di serî de li dijî mafê jiyanê û her cûre pêkanînên dij mirovane û rûmet şikandinê pêk tên û her yek ji van girtîgehan bûye navendên îşkenceyê. Tevî ku em van girtîgehan lêkolîn dikin û raporan pêşkêş dikin jî lê li girtîgehan rastî nehatiye guhertin. Hêj li girtîgehan girtî dimirin, îşkence pêk tê, hemû muameleya xerab li ser girtiyan ferz dikin, tecrîd û îzolasyon kûr dibe, malbat tên astengkirin, mafê agahî stendinê tê astengkirin û cezayên dîsîplînê didin girtiyan.” 
 
‘BILA TECRÎD RABE’ 
 
Mîran da zanîn ku ji ber hejmara zêde ya girtiyan kapasîteya girtîgehan tije bûye û ji ber vê yekê girtî bi hezaran kîlomîtro tên sirgûnkirin. Mîran xwest li girtîgehan dawî li hemû pêkanînên xerab bê, mafê girtiyan bê parastin û demildest şertên tecrîdê bên bi dawîkirin û şertên girtîgehan bên başkirin.