Doza Festus Okey piştî 11 salan ji nûve hat dîtin

  • rojane
  • 14:21 12 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Festûs Okey a Nîjeryayî ku li Navenda Polîsan a Beyoglu hat kuştin, 11 sal şûnde doza wê ji nûve hat dîtin. Dadgehê daxwaza parêzerên Okey qebûl kir. 
 
Danişîna doza Festus Okey a Nîjeryayî ku 11 sal berê li Midûriyeta Polîsan a Beyoglu hatibû kuştin, ji nûve hat dîtin. Di danişîna doza Okey a li 21'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtîn de, polîsê bersûc Cengiz Yildiz û parêzerê wî û parêzerên Festus Okey amade bûn. Danişînê bi xwendina biryara Dadgeha Bilind dest pê kir. Piştre parêzerê Festûs mafê axaftinê xwest. Prz. Muhsin Kemal Şimşek, xwest daxwazên kesên ku berê xwestin beşdarî dozê bibin û daxwaza wan hat redkirin ji nûve tev li dozê bibin. Daxwaza Prz. Şimşek ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. Heyetê dîsa red kir ku rojnameger û kesên din beşdarî salonê bibin.  Dîsa heyetê destûr neda ku nûnerên komeleyên ji bo dozê bişopînin tev li danişînê bibin. 
 
Parêzerê polîsê bersûc Vehbi Kahveci, diyar kir ku ew tev li daxuyanî û daxwazên parêzerên din nabe. Heyetê piştî parastinan navber da û piştî navberê doz taloqî 2'ê Nîsana 2019'an sir.