Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz hat binçavkirin

  • rojane
  • 14:11 12 Kanûn 2018
  • |
img
EDENE - Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz di serdegirtina malê de hat binçavkirin. 
 
Edamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Halît Şaşmaz, serê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala Şaşmaz a li Taxa Kuçukdîkîlî ya li navçeya Seyhanê de girtin. Polîsan bi balyozan deriyê malê şikandin, ketin hûndir û hemû alavên malê belav kirin. Polîsan Şaşmaz binçavkirin û birin Şaxa Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hinceta binçavkirina Şaşmaz nehat zanîn.