Li Enqereyê 2 kes hatin berdan

  • rojane
  • 13:13 12 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE – Rêveberê HDP’a Enqereyê Abuzer Kisa û Eşref Ozvîran ên di 10’ê kanûnê de hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Di 10’ê kanûnê polîsan li Enqereyê di serdegirtina malan gelek kes binçav kiribûn. Rêveberê HDP’a Enqereyê Abduzer Kisa û Eşref Ozvîran ên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê derxistin dozgeriyê û îfadeyên wan hat girtin. Kisa bi bi şertê kontrola edlî hat berdan û Ozvîran bi hêceta “Propaganda rêxistinê kiriye” sewqî girtinê hat kirin. Ozvîran piştî îfadeyên li dadger bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Li aliyê din 15 kesên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin îxrackirin û li Kolana Yukselê çalakî li dar dixistin hatibûn binçavkirin û hêj li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê di binçavan de tên ragirtin.