Li Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî hatin sewqkirin

  • rojane
  • 13:00 12 Kanûn 2018
  • |
img
MÊRDÎN / ŞIRNEX – Li girtîgehên Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. 
 
Girtiyên bi navê Ahmet Alp, Haşîm Gezer û Seyîthan Yaman ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hatin kirin. Girtî Fahrettîn Taş û Abdulcelîl Akgul jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatin kirin. 
 
KOKEL BABAT SEWQ KIRIN 
 
Girtiyê bi navê Kokel Babat (38) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtîbû jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin. 
 
Babat di 23 cotmehê de li navçeya Qilebana Şirnexê di encama gulebarana esker û cerdevanan de birîndar bibû û bêyî ku baş bibe hatibû girtin. Malbatê got tenduristiya Babat ji roja ewil baştir e û di hucreya yek kesî de tê ragirtin.