3 girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Erziromê di hucreyê de digirin

  • rojane
  • 18:35 10 Kanûn 2018
  • |
img
ERZIROM - 3 girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Ewlehiya Bilind a Erziromê di hucreyê de tên girtin û zext li ser wan zêde kirine. Girtiyên di hucreyê de tên girtin. 
 
Li taxa Geventepe ya Qereyaziya Erziromê di  29'ê Mijdarê de Aydemîr Oran di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Bi sedena cezayê Aydemir Oran hatiye erêkirin hat girtin û 12 rojin di hucreya yek kesî de tê girtin. Hat diyar kirin ku xwarinê jî nadin Oran û zextên li ser Oran zêde ne. 
 
Li Navenda Erziromê jî polîsan di 7'ê Kanûnê de bi ser mala Sinan Durmaz de girt binçavkirin. Di heman rojê de li Amedê jî Fahrettin Taş jî li Amedê binçav kirin û birin Erziromê. Sînan Dûrmaz û Fahretîn Taş piştî hatin girtin di yek hucreyê de tên girtin. Hat diyar kirin ku li girtiyên ku di hucreyê detên girtin zext li wan tên kirin.