Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt: 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin
Aktîvîstên TJA'yê bi tilîlîyan bersîv da polîsan

  • rojane
  • 17:12 10 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Polîsan di saetên êvarî de bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiyê de 25 aktîvîstên TJA, yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, binçav kirin. 
 
22 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 3 rojan bi armamca piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratî (KCD) Leyla Guven û li dijî Tecîrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan dengê xwe bilind bikin îro li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya grevê kirin. Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan li dora avahiya HDP'ê bi TOMA û wesayitên zirxî dorpêç kirin. Polîsan piştî ketin û derketin li endam û rêveberen qedexe kir bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de 25 jinên ketibûn grevê binçav kirin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin ketin û derketin kontrol kirin û kesên çûn û hatin bi kamerayan qeyd kirin.b 
 
Aktîvistên TJA’ê li dijî serdegirtina polîsan bi tilîliyan bersîv dan û dirûşmeyên “Zext me têk nabin" berz kirin û bertekên xwe anîn ziman. Polîsên ku ketin salona Konferansê ya Vedat Aydin jin derb kirin û binçavkirin. Disa gelek pankart desteser kirin.
 Polîsan 25 kesên binçav kirin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Dorpêça polîsan a avahiye didome. 
 
Piştî polîsan 25 kes binçav kirin, Aktîvîstên TJA, KCD, HDP, DBP'ê li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê û binçavkirin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku bi van binçavkirinan nikarin wan ji têkoşîn û doza wan dûr bixe û dê tekoşîna xwe xurttir bikin. 
 
KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN 
 
 
Navê aktîvîstên TJA yên hatin binçavkirin wiha ne: "Bahar Karakaşulug, Yildiz Kardeş, Yuksel Almas, Nursel Akbal, Sakine Yakut, Muazzez Altinkaymak,  Sevîm Coşkun, Gulistan Ektî, Zahime Înce, Fatma Yakoglu, Perihan Karayik, Makbule Ozbek, Rahife Ergul, Sultan Aksoy, Ayhan Ateş, Hasîna Guler, Hasret Akay, Hidayet Ay, Rahşan Îz, Remziye Sizici, Muşeher Ulker, Evîn Yelboga, Jiyan Taş,  Aysel Tufan, Remziye Bayram.”