Jinan li ber Girtîgeha Bakirkoyê xwestin daxwazên Guven bên qebûl kirin

  • rojane
  • 15:27 10 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Jinan HDP'ê û TJA, li ber Girtîgeha Bakirkoyê, piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û gotin: "Divê gitiyên siyasî , kesên ku bi dengên gel hatin hilbijartin, jinên girtî ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatin girtin, bên berdan."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku balê bikişînin ser çalakiya Hevseroka Kongereya Civakên Kurdistan (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecîrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin û 33 roj e berdewam dike, daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniya ku li ber girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat dayîn de, pankarta bi nivîsa "Leyla Guven Mafdar e bila tecîrd bê arkirin" hat vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Leyla Guven mafdar e" hatin berzkirin. Di daxuyaniya ku Heseroka HPD'ê ya Stenbolê Esengul Demîr jî tevli bû de daxuyanî li ser navê Meclisa Jinan a HDP'ê Muazzez Tore ve hat xwendin û ev tişt hat gotin: "Saziyên jinan hatin klîtkirin, Muduriyetên jinan ku nehatin girin jî mêr kirin mudurên wan. Di çarçoveya OHAL'ê de gelek saziyên jinan hatin girtin. Saziyên ku jinên tundî didîtin ji wan piştgirî digirtin ji destên jinan hatin girtin." 
 
Tore, diyar kir ku ji her demê bêhtir pêdivî bi têkoşîn û rêxistinbûna jinan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo aştiyek amyînde ya li dijî zîhniyeta mêr û mîlîtarîst hêza sereke ya jinan e.  Em wekî jin ji bo ku em zextên li dijî nasname û zimanê xwe yê dayikê û li ser keda xwe rêxistin xwe bi hemû jinan re xurt bikin. Ji bo ku em van bi cih bînin divê ku di serî de AKP'ya ku gitiyên siyasî , kesên bi dengê gel hatine hilbijartin û jinên girtî serbest berde û daxwaza Leyla Guven qebûl bike."
 
Daxuyanî bi lêxistina çepikan û berz kirina dirûşman bi dawî bû.